Li Lubnanê di 24 saetên dawî de 100 hezar kesê  koç kir

 Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de ji ber êrişên Îsraîlê 100 hezar kes ji Lubnanê koç kiriye.

Li Lubnanê di 24 saetên dawî de 100 hezar kesê  koç kir
10 adar, 2026   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) diyar kir ku hejmara kesên ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ji cih û warên xwe bûne zêde dibe. Li gorî daxuyaniya UNHCR'ê, di 24 saetên dawî de zêdetirî 100 hezar kes neçar mane ku malên xwe biterikînin. 

Nûnera UNHCR'ê ya Lubnanê Karolina Lindholm Billingê li Cenevreyê diyar kir ku hejmara kesên ku li ser platforma serhêl a hikûmetê hatine qeydkirin ji 667 hezar kesî derbas bûye.