Li Lubnanê 42 karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 2’yê Adarê heta niha 42 karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li Lubnanê 42 karmendên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan
25 adar, 2026   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê daxuyand ku 42 karmendên tenduristiyê di êrişên Îsraîlê de hatine qetilkirin. Wezaretê vê yekê wekî “astengkirina bi zanebûn a hewldanên rizgarkirinê” û binpêkirina eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî bi nav kir.

Di daxuyaniyê bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî hat kirin ku ji bo rawestandina êrişan demildest gav bavêjin.

Wezaretê anî ziman ku kiryarên bi vî rengî tundûtûjiyê kûrtir dikin û gefê li nirxên mirovî dixwin.

Her wiha li Nebatuyeyê kuştina du karmendên tenduristiyê rastî bertekan hat. Hat ragihandin ku Elî Caber û Wejud Suleyman dema ku ji bo rizgarkirinê diçûn motosîkleta wan hedef hat girtin û jiyana xwe ji dest dan.

Wezaretê êriş şermezar kir û ragihand ku karmendên tenduristiyê cilên fermî li xwe kiribûn û li ser wesayîta wan nîşanên ambûlansê û çirayên hişyariyê hebûn.

Hejmara miriyan gihişt hezar û 94'an û birîndaran jî 3 hezar û 119'an

Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku ji 22'yê Adarê ve hejmara giştî ya miriyan gihiştiye hezar û 94'an û di 24 saetên dawî de 22 kes hatine qetilkitin. Hejmara birîndaran gihîştiye 3 hezar û 119'an.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ji ber zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê zêdetirî 130 hezar kes ji Lubnanê derbasî Sûriyeyê bûne û zêdetirî milyonek kes di hundirê Lubnanê de koçber bûne.