Li Laziqiyê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Laziqiyê yê perava Sûriyeyê teqîneke mezin çêbû, di encamê de kuştî û birîndar hene, her wiha avahiyeke ji 4 qatan jî hilweşiya.

Li Laziqiyê teqîn: Kuştî û birîndar hene
15 adar, 2025   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên xwecihî ragihand ku li bajarê Laziqiyê yê perava Sûriyeyê teqîneke mezin çêbû, di encamê de avahiyeke ji 4 qatan hilweşiya.

Her wiha hat diyarkirin ku li gorî agahiyên destpêkê, teqîn li taxa El Remil a li başûrê Laziqiyê çêbû, di encamê de kuştî û birîndar hene û hin kes di bin kavilan de mane.

Li gorî hin çavkaniyan jî, ev teqîn ji ber moşeka ku li hundirê avahiyê di"dikana bermahiyan" hatibû depokirin, pêk hatiye.

(fr)