Ciwanên Şoreşger "destûra desthilata Şamê" red kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo destûra ku ji hêla desthilata Şamê ve hatiye ragihandin red kir û got: “Ew destûr dikeve xizmetî parçekirina gelan."

Ciwanên Şoreşger "destûra desthilata Şamê" red kir
15 adar, 2025   19:05
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo têkildarî destûra ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Qamişlo Henîfe Yûsif ve hat xwendin.

Henîfe Yûsif destûra ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye îmzekirin şermezar kir û diyar kir ku ew destûr li dijî peymana ku di 10`ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de ye. Destûra ku hatiye parvekirin tenê xizmetî parçekirina gelan, feraseta cihadîst a selefî û derxistina şerê mezhebî dike. Ew vê destûrê bi ti awayî qebûl nakin.

Henîfe Yûsif destnîşan kir ku ew wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger her dem wê li pişt pêkhateyên Elewî û Durzî yên li Sûriyeyê bin, heta bidestxistina mafê hemû gelan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Em her di nava berxwedanê de ne û me gelek berdêlên giranbuha dane. Lewra em soz didin ku em ê her li kêlek hêza xwe ya QSD`ê bin, em ê li hember zihnîyeta qirker û êrişkar a dijminê gelan şer bikin.”

(sb-be/fr)

ANHA