Çalakvana Efgan: Talîban hewl dide bi gef û îşkenceyê çalakvanên jin bê deng bike

Julya Parsî ragihand ku Talîban bi tecawizkirinê gefan li jinên girtî dixwe û got “Talîban dixwaze bi gef û îşkencekirina jinên girtî, çalakvanên jin bê deng bike.”

Çalakvana Efgan: Talîban hewl dide bi gef û îşkenceyê çalakvanên jin bê deng bike
4 tîrmeh, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana mafên jinan a Efgan Julya Parsî ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye girtin, têkildarî şert û mercên jinên girtî yên di bin desthilata Talîbanê de peyamek da.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Julya Parsî ragihand ku girtî di girtîgehên Talîbanê de bi tundî tên îşkencekirin, bi girtin û tacîzkirina malbatên wan jinên girtî tên tehdîtkirin ku yek ji awayên herî zêde ya îşkenceya derûnî ya li girtîgehên Talîbanê ye.

Julya Parsî li ser îşkenceya fîzîkî û derûnî ya ku li ser wê hatiye kirin, got: “Di dema destgîrkirina min de gef li min xwarin ku keçên min bigirin û tecawizê li wan bikin. Bi şokên elektrîkê îşkence li min kirin.”

Julya Parsî destnîşan kir ku Talîban dixwaze bi gef û îşkencekirina girtiyên jin, çalakvanên jin bê deng bike.

Di sala 2022’yan de çalakvana mafên jinan Julya Parsî li bajarê Kabul ê Efganistanê ji aliyê hêzên Talîbanê ve hatbû destgîrkirin û 3 mehan hate girtin. Julya Parsî yek ji wan çalakvanan e ku li dijî kiryar û siyasetên Talîbanê nerazîbûnê nîşan dide.