Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Qamişloyê hatin bibîranîn

Endamên ajansa me ANHAˊyê hevrêyên xwe şehîd Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di salvegera 8ˋan a şehadeta wan de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê bi bîr anîn.

Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Qamişloyê hatin bibîranîn
Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Qamişloyê hatin bibîranîn
Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Qamişloyê hatin bibîranîn
Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Qamişloyê hatin bibîranîn
Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Qamişloyê hatin bibîranîn
Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Qamişloyê hatin bibîranîn
Hogir Mihemed û Dilîşan Îbiş li Qamişloyê hatin bibîranîn
12 cotmeh, 2025   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û malbata şehîd Hogir Mihemed, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan nûçegihanên ANHAˊyê şehîd Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed di salvegera şehadeta wan a 8ˊan de bi bîr anîn.

Hevrêyên her du şehîdan û malbata Hogir Mihemed soza şopandina rêça wan û şehîdên heqîqetê da.

Îro bi heman boneyê nûçegihana me Dilîşan Îbiş li ser gora xwe ya li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê, her wiha şehîd Hogir Mihemed hatin bibîranîn. Di merasîma bibîranînê de malbata şehîd Dilîşan û hevreyên wê yên rojnamevan bi bilindkirina wêneyên wê beşdarî merasîmê bûn.

12'ê Cotmeha 2017’an, dema ku welatiyên sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve dihatin û bi hevkariya şervanên QSD'ê xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê rizgar dikirin, nûçegihanên me Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Denîz, ji bo rewşa van koçberan bişopînin, berê xwe dan rêya 'Xerafî' ya navbera Dêrazorê û Hesekê. Li vir çeteyên DAIŞ'ê du wesayîtên  bombebarkirî teqandin. Di encama teqînê de Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed şehîd dibin û Rizgar Denîz bi giranî birîndar dibe, li nexweşxaneyên Hesekê, piştre jî li nexweşxaneyên Qamişloyê, herî dawî li Şamê tedawî dibû. Lê  tevî hemû hewldanên bijîşkan jî Rizgar Deniz 18′ê Kanûna 2017’an de şehî dibe.

(fr)

ANHA