Li Kobanê amadekariyên cejnê

Şêniyên Kobanê amadekariyên cejna Remezanê dikin. Şênî dibêjin ji ber bihatiyê kirîna şîranî û cil û bergan gelekî zehmet e û tenê ji bo zarokan dikarin bikirin.

Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
Li Kobanê amadekariyên cejnê
7 nîsan, 2024   06:17
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re, gelê kantona Firatê xwe amade dike û di nava sûkan de cil û berg û kel û pelên cejnê dikirin. Lê ji ber bihabûna zêde ku buha li gorî dolar tên diyarkirin, şênî bi gazin in.

Şêniya bi navê Şîrîn Mihemed got: “Em cejna Remezanê li hemû gelan pîroz dikim. Em îro daketine sûkê ku em şîranî û cil û bergan bikirin, lê ji ber zêdebûna nirxê dolar em nikarin pêdiviyên cejnê bikirin.”

Şîrînê anî ziman ku ne her tişt ji li gorî dolar hatiye diyarkirin û got: “Ji ber bihabûna heyî em di rewşeke zehmet re derbas dibin, lê aliyên peywendîdar tam bi karê xwe ranabin. Her dikanek li gorî xwe buha diyar dike.”

Şêniyê bi navê Emer Ehmed jî anî ziman ku ew ji ber hatina cejnê kêfxweş in lê ji ber bihabûnê bi gazin in û got: "Ji ber bihabûnê em tenê tiştên li gorî miqdar dikirin, hin caran em xwe ji gelek tiştan jî bê par dihêlin. Ji ber vê bihabûnê em nikarin pêdiviyên zarokên xwe wekî cil û berg bikirin. Şîraniya cejnê jî wiha ye, miqdarekî biçûk tê kirîn, tenê ji bo kêfxweşkirina zarokan.”