8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn

Heta niha civata navneteweyî hesab ji sûcdaran nepirsiye û ji ber ku di dosyayên mirovî de durû ye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî êrişî taxa Şêxmeqsûd kiriye, li herêmên dagirkirî serbest tev digerin.

8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
8 sal derbas bûn, hîna hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn
7 nîsan, 2024   05:06
HELEB
MIHEMED EBDO

Di aloziya Sûriyeyê de gelek caran êrişî taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate kirin. Lê êrişa 16`ê Sibata 2016`an a herî dijwar bû. Heta niha hesab ji kesên ew êriş kiriye, nehatiye pirsîn.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker herî kêm 3 caran bi çekên kîmyewî êrişî taxê kir û di encamê de bi dehan şênî birîndar bûn û jiyana xwe ji dest da.

XWE LI HEMBER SERKEFTINÊ RANEGIRTIN, BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRIŞ KIRIN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) sala 2016`an çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Arfad (Til Rifetê) yê bakurê Helebê yê stratejîk tune kirin û jê derxistin. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku binkeftina xwe veşêrin, di 16`ê Sibata heman salê de êrişî taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kir.

Çeteyan 8`ê Adarê dest bi topbarankirina taxê kir û di wê rojê de bi çekên kîmyewî tax topbaran kir. Dûra 7`ê Nîsana heman salê dîsa tax bi çekên kîmyewî topbaran kir û piştî wê bi rojekê anku 8`ê Nîsanê dîsa tax bi çekên kîmyewî topbaran kir.

Çeteyên Ceyş El Îslam, wê demê daxuyaniyek da û li xwe mikur hat ku madeyên kîmyewî di êrişa li dijî taxê de bi kar anîne û got serçeteyekî wê bi tena ser xwe ev biryar daye û bi çekên kîmyewî êriş çêbûye. Çavdêrên rewşa herêmê jî wê demê gotin ihtîmal heye çeteyên Cebhêt El Turkmen çekên kîmyewî di topbaranê de bi kar anîne piştî ku dewleta Tirk bi rêya deriyên sînor ji wan re şandin.

Di Nîsana heman salê de, vîdyoyeyk hate parvekirin. Vîdyo li herêma Eyn El Tel a Helebê hatiye kişandin. Di wê dîmenê de çeteyên Cebhet El Turkmen moşekan hazir dikin ji bo ku taxê topbaran bikin. Di wê wextê de li 6 sivîlan nîşaneyên jehrîbûnê û xeniqandinê xuya bûn.

Di dîmenê de muzîka cenîserî tê bihîstin û li ser moşekan bi zimanê tirkî hatiye nivisî "ji bo tola şehîdên Stenbolê". Ev jî îdiayên girêdana wê komê bi dewleta Tirk ve piştrast dikin.

SIVÎLAN BERDÊL DAN

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Welat Mamo di wê salê de endamekî tîma tenduristiyê bû. Mamo diyar kir ku di topbaran û êrişên bi gazên jehrî de gelek sivîl şehîd bûn ku di nava wan de jin û zarok hebûn.

Der barê rewşa birîndaran ên wê demê dihatin nexweşxaneyê de Mamo got: “Gelek nîşane li ser birîndaran hebû. Pileya germahiya hinekan zêdeyî asayî bû. Lerizîna bê îrade hebû, çav sor bûbûn. Hin birîndar xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan."

Mamo destnîşan kir ku kadroya tenduristiyê wê demê bi derfetên li ber destê xwe birîndar derman dikirin û yekser oksîjen didan wan ji bo ku nîşaneyên jehrîbûnê li wan sivik bikin.

Mamo bûyerek bi wan re derbas bûye, bi bîr xist û got: “Keçek di rewşeke xirab de hate nexweşxaneyê, ji ber gazên ku bêhn kirine, dîn bûbû."

Her wiha Mamo diyar kir ku wê demê amûr li ber destê wan de kêm bûn ji ber ku tax hatibû dorpêçkirin û nedikarîn cureya gazê diyar bikirana. Lê belê Mamo anî ziman ku li cem çeteyan derfeteke wisa nîn e ku mîna van gazan çêbikin teqez aliyek piştgiriya wan kiriye mîna artêşa Tirk a dagirker.

BÎLANÇOYÊN KU DI ALIYÊ NAVNETEWEYÎ DE HATINE BELGEKIRIN

Li gorî daneyên fermi yên Meclisa Gişt, di 2015`an de di êrişên çeteyên Îtîlafa Sûriyeyê de 150 sivîl jiyana xwe ji dest daye di nav de 40 zarok, 47 jin hene û 970 kes jî birîndar bûne. Her wiha 2 hezar û 600 mal û dikan wêran bûne.

Sala 2016`an jî, di encama berdewamkirina êrişên çeteyan li ser taxê de, 200 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinên navneteweyî mîna Rêxistina Efûyê bi raporan û li gorî şahidiyan û wêneyên satelîtêev sûc belge kirin.

DIVÊ SÛCDAR Û PIŞTEVANÊN WAN BÊN DARIZANDIN

Welat Mamo got beriya 8 salan bi çekên kîmyewî êriş taxa Şêxmeqsûdê hatiye kirin û dîmenên bi êş yên wê demê, dîmenên komkujiya Helebçeyê tînin bîra wî û wiha domand: "Sûcdarên her du sûcan, durûyê diravekê ne ku faşîst û dijberên demokrasiyê ne."

Mamo êrişên kîmyewî yên li dijî taxê bi "qirkirin" bi nav kir û ruxmî wê jî sûcdar di bin alên dewleta Tirk a dagirker de li herêmên dagirkirî mîna Efrîn serbest digerin.

Di dawiyê de Welat Mamo bang li rêxistinan û aliyên têkildarî kir ku ji ber van sûcan, hesabê ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin.

(şx)

ANHA