Li Kobanê têkildarî berxwedana li Tişrînê şanoyek hat pêşandan
Li Kobanê şanoyeke têkildarî berxwedana li Bendava Tişrînê hat nîşandan.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê lîstikeke şanoyê ya têkildarî berxwedana li Bendava Tişrînê hate nîşandan.
Beriya nîşandanê, endamê koma Şanoya Çiya Harûn Hêvî axivî û got: “116 roj e berxwedana li Bendava Tişrînê didome. Em berxwedana gel silav dikin. Bi saya berxwedana gel em hatin vir, me xwest werin şano pêşkêş bikin. Pêşengên me digot heke huner nebe, aliyê berxwedanê her kêm dimîne, wekî şehîd Yekta û şehîd Hêvî û şehîd Bavê Teyar.”
Piştî axaftinê kurteşano hate nîşandan. Piştî nîşandanê şanoger ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hatin xelatkirin.
(sş)
ANHA