Li Kobanê di bin dorpêç û gefan de hewldanên entegrasyonê

Li Kobanê ya di bin dorpêç û gefan de, nîqaş di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de yên bi mijarên pêkanîna peymana entegrasyonê û avakirina xalên hevbeş li derdora herêmê têne kirin.

5 sibat, 2026   12:17
KOBANÊ

Di çarçoveya pêkanîna peymana 30’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, 1’ê Sibatê civînek di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobanê û fermandarê hêzên ewlekariya hundirîn a parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî de hat lidarxistin. Di civîna li bajarê Kobanê hat lidarxistin de, mekanîzmeya destpêkirina hemahengiya medydanî ligel Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Kobanê hat nîqaşkirin.

2’ê Sibatê, şandeyek hikumeta demkî ya Sûriyeyê serdana bajarokê Şiyûx ê Kobanê kir û hevdîtin bi rayedarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re pêk anî. Di hevdîtinê de lihevkirin li ser diyarkirina sînorê belavkirina hêzên ewlekariyê çêbû. Li gorî lihevkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta demkî dê li bajarokê Şiyûx xalên hevbeş ava bikin.

4’ê Sibatê rûspiyên Kurd û Ereb ên gundên Qibe û Cada û yên bajarê Kobanê bi nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên girêdayî hikumta demkî, nûnerên Rêveberiya Xweser a kantona Firatê û cîgirê parêzgarê Helebê Elî Henawî re civiyan.

Di civînê de mekanîzmeya pêkanîna lihevkirinê, vegera şêniyan li gundên xwe bi taybetî şêniyên bajarokê Şiyûx nîqaş kirin. Wekî gava pêşîn, lihevkirin li ser avakirina 8 xalên hevbeş ên ewlehiyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hêzên ewlehiyê yê hikumeta demkî de çêbû. Her wiha li hev kirin ku xaleke sereke ji pira Cerablusê, heya gundên Çeqil Wêran û Qasimiyê yên Şiyûxê were çêkirin.

Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di rojên bê de jî dê nîqaş li ser avakirina xalên hevbeş li herêma Çelebiyê, Sirîn û Qereqozaqê werin kirin.

Ligel nîqaşên li ser entegrasyonê, 16 roj e dorpêça li ser bajarê Kobanê dewam dike. Pêdiviyên xurek û tenduristiyê heman bêje diqedin. Her wiha ceyran bi temamî qut e, ev yek jî bandorê li ser xebatên nexweşxaneyan dike.

Li aliyekî din desthilata Tirk rê nade ku alîkariyên mirovî ji Başûrê Kurdistanê derbasî Kobanê bibin.

Fikarên xelkê gundên Kobanê zêde dibin, nemaze piştî wergirtina agahiyên li ser gef, talankirin û diziyan ku li gelek herêman, bi taybetî gundên Xirab Hiştkê û gundên derdora wê çêbûne.

(b)