Li Keşmîrê di navenda polîsan de teqîn: 9 kuştî û 29 birîndar

Li Keşmîrê ya Hindistanê di navenda polîsan de teqîn çêbû. Di encamê de 9 kes hatin kuştin û 29 jî birîndar bûn.

Li Keşmîrê di navenda polîsan de teqîn: 9 kuştî û 29 birîndar
15 mijdar, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên di nava saziyên ewlehiyê de, li Keşmîrê ya Hindistanê di navenda polîsan de teqîn çêbû, di encamê de 9 kes hatin kuştin û 29 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan diyar kir ku miqdareke mezin a teqemeniyan ku beriya çend rojan di operasyonan de hatibûn desteserkirin teqiyan. Çavkaniyan dane zanîn ku piraniya qurbaniyan polîs in, di nav de pisporên tiba edlî ne ku teqemeniyên desteserkirin, lêkolîn dikirin.

Beriya çend rojan li New Delhiyê erebeyeke bombebarkirî teqiya bû. Di encamê de 8 kes hatin kuştin.

(bb)