Li Siwêdayê şer rû dide

Li nêzî girê Mecel ê gundewarê Siwêdayê de di navbera komên girêdayî hikumeta veguhêz û şervanên Siwêdayê de şer rû.

Li Siwêdayê şer rû dide
15 mijdar, 2025   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî girê bajarokê Til Mecdel ê gundewarê Siwêdayê şer di navbera komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û şervanên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de rû dide.

Nûçegihanê me duh ragihand ku şer bi êrişa komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz dest pê kir. Hemwextî wê binpêkirinên berfireh bi dronan û çekên giran hatin kirin.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê jî ragihand ku wê bersiva jêdera êrişê dane û di encamê de hin êrişkar birîndar bûn.

Piştî bêdengiyekê vê sibehê dîsa pevçûn derket.

(bb)

ANHA