Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser piştî bidawîbûna xebatên sererastkirinê, dest bi paqijkirina Keleha Caber a dîrokî  kir.

Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir
Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir
Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir
Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir
Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir
Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir
Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir
Li Keleha Caberê piştî xebatên sererastkirinê xebatên paqijkirinê dest pê kir
20 sibat, 2025   11:05
TEBQA

Piştî bidawîbûna sererastkirina Keleha Caber a dîrokî ya li kantona Tebqayê, Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê, Yekitiya Şaredariyên Tebqayê û Desteya Çand û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dest bi paqijkirina kelehê ji bermahiyên sererastkirinê kir.

Di çarçoveya xebatên paqijkirin û sererastkirinê de, dîwarê mûzexaneyê yê kelehê hat boyaxkirin. Beşdaran dîwarên derve yên kelehê jî paqij kirin û nivîsên li ser jê birin.

Hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El Fehed diyar kir ku pêngava paqijkirina keleha Caberê piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina kelehê û deverên din ên dîrokî yên ku desteyê pêk anîbû, hat. Her wiha anî ziman ku armanca wan parastina keleha dîrokî ye.

(bb)

ANHA