Li kargeha dezî ya Hemayê bi awayê mecbûrî û bê mûçe tên ser kar

Di çarçoveya têkçûna siyasetên aborî û rêveberî yên hilberîna xwecihî de, li kargeha dezî ya pemobo ya Hemayê karkerên zêdetirî 300 mêr û jin bi darê zorê bê mûçe kar dikin û mafên wan ên jiyanê hatine binpêkirin.

Li kargeha dezî ya Hemayê bi awayê mecbûrî û bê mûçe tên ser kar
28 kanûn, 2025   05:05
HEMA

Li kargeha Dezî ya pemob ya Hemayê zêdetirî 300 karkerên jin û mêr di rewşeke dijwar de û bi darê zorê bê mûçe kar dikin. Karkeran mûçeyên xwe yên mehên Mijdar û Kanûna 2025'an hîn nestandine, lê di heman demê de ew tên mecbûrkirin ku rojane kar bikin da ku çavdêriyê li alavên kargehê û beşên wê yên rawestandî bikin.

Di vê rewşê de karker dibîn ku ew di xeleka dirêj a hilweşîna pîşesaziyê de ye, ku sedema wê jî siyasetên aborî yên şaş û îhmalkirina hikumetê ya dehsalan e.

Kargeha Dezî ya Hemayê an jî bi Şîrketa Giştî ya Dezî ya Pembo ya Hemayê jî tê naskirin, di sala 1971'an de hat avakirin, gelek cûreyên deziyên pembo û rês derdixe. Hilberîna salane ya kargehê nêzî 8 hezar û 500 ton e.

'EM RÛBIRÛYÎ MIRINEKE HÊDÎ NE'

Di dîmenekê de kûrahiya trajediyê nîşan dide, endezyar û pispor ji saet 7 û nîvê sibehê de heta saet 3'yê êvarê bi awayekî şiklî li kargehê dewam dikin. Endezyar S. M. got: "Em mecbûr dibin ku rojane dewam bikin. Em ji bêrîkên xwe yên vala kirêya rê didin. Ev zehmetî tenê ji bo îmzekirina li ser dewamê û temaşekirina amûrên riziyayî. Hikumeta veguhêz li ser jinûve avakirinê û pêxistina kargehan diaxive, lê belê ji bo pîşesaziyê em li hemberî mirineke hêdî ne."

Karkerê kev di beşa çaksaziyê de Ehmed. E. wiha axivî: "Mûçe ji 2 mehan ve rawestiyane û di şîrket de behsa krîzeke darayî tê kirin,  lê belê embar tijî pembo ye. Eger bixwazin dikarin wê bifiroşin. Em qurbaniyên paşguhkirina dualî ne, paşguhkirina rêveberiya hundirîn û paşguhkirina aliyên hikumetê yên berpirs."

DEPOKIRINA XERAB Û SIYASETA TEKÇÛYÎ

Çavkaniyên ji kargehê da zanîn ku siyasetên îdarî û bazirganî yên kargehê têkçûyî ne. Her wiha diyar kir ku di embarên kargehê de mîqdarên mezin ên pemboya bi numare 26 heta numare 30 hene, ku lêçûna hilberîna her kîlogramekê nêzî 3 dolaran e, lê belê ji ber xerabiya embarkirinê û tunebûna stratejiyekê ji bo bazirganiyê nirxê her kîloyekê bû 2 dolar.

Li gorî teknîsyenan, gelek şîrketên xwecihî ev dezî dixwestin, lê belê niha kes wan nakire û bûne bar.

YEKITÎ Û BERPIRS: DI NAVBERA XELATKIRIN Û PAŞGUHKIRINÊ DE

Hemwextî zêdebûna zehmetiyên karkeran dezî, saziyên fermî yên Hemayê bi çalakiyên şeklî dûrî pirsgirêkên cidî mijûl dibin. Yekitiya Karkeran a parêzgeha Hemayê di civînekê de "nûjenkirina rêbazên tevlêbûnê" nîqaş kirin, bêyî ku tu girîngiyê bide pirsgirêka mûçeyan.

Pisporê pîşesaz Yûsif. S. ji ajansa me re da zanîn ku divê ji bo çareserkirina pîşesaziyê, dosyayên ewlehî, siyasî û zagonsazî werin çareserkirin. Pîşesazan jî anî ziman ku daxuyaniyên geşbîn ên bêyî pratîk û danîna çareseriyên demkî êdî tu aloziyan çareser nakin.

Li gel nebûna tu çareseriyan ji hikumet an jî yekitiyê, karker xwe di krîzeke hebûnê de dibînin; hinan îstîfa kir û hin jî îsrar kir ku amade bibin, weke rêbazeke dawîn a daxwaza mafên xwe, hin jî dibînin ku êdî derxistina wan ji kar çarenûsa li pêş wan e.

Karkerekî got: "Em ne li dijî planên çaksaziyê ne, lê belê em naxwazin bibin qurbaniyên vê qonaxa rûxandinê. Divê dewlet planeke rastîn a çaksaziyê deyne yan jî dawiyê li xizmeta me bîne û mafên me jî misoger bike."

Pisporên aboriyê yên Sûriyeyê dibînin ku heta niha siyasetên aborî qada hilberînê neparastiye tevî ku ev qad stûna aboriya niştimanî ye.

(mh/fr)