Di şerê çeteyan de jinek û zarokek birîndar bûn

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî jineke ji derveyî Efrînê û zarokeke efrînî di encama şerê çeteyan de birîndar bûn.

Di şerê çeteyan de jinek û zarokek birîndar bûn
22 cotmeh, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, duh êvarê di navbera komên çeteyan ên girêdayî "Quwe Muştereke" de şer derket û di encamê de jineke ji derveyî Efrînê û zarokeke efrînî birîndar bûne.

Çavkaniyan sedema şer aşkera nekir.

(şx)