Li Kantona Reqayê 5 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin

Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Reqayê, li bajar û bajarokên kantonê 5 lijneyên hilbijartinê ava kirin.

Li Kantona Reqayê 5 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
Li Kantona Reqayê 5 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
Li Kantona Reqayê 5 lijneyên hilbijartinê hatin avakirin
16 gulan, 2024   12:05
REQA

Li Kantona Reqayê ku 27’ê Nîsanê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Kantonê hatibû avakirin, lijneyên hilbijartinan ên bajar û bajarokan jî hatin avakirin. 

Lijneya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Reqayê li bajarên Reqa, Kerame û Hezîme û bajarokên Selhebiye û Ratle lijneyên hilbijartinê ava kirin.

Lijneyên hatine avakirin, wê li aliyê rojhilat, rojava, bakûr, başûr û navenda Reqayê karûbarên fermî yên hilbijartinê bimeşînin. 

Kesên ku dixwazin bibin namzetên hevserokatiya şaredariyan an jî endamtiya meclisên şaredariyan, her wiha welatî wê karibin derdarê karên hilbijartinê de serî li van navendan bidin.

Li gorî Lijneya Hilbijartinê, lijneyên hatine avakirin û navnedên wan wiha ne: 

Ji bo bajar û bajarokên li xeta rojhilat: Nivîsgeh: Meclisa Giştî ya xeta rojhilat. Cihê nivîsgehan: Kerame-kolana Meclisê

Ji bo bajarokên xeta rojava: Nivîsgeh: Meclisa Giştî ya xeta rojava. Cihê nivîsgehan: Selhebiye xerbî-rêya giştî.

Ji bo bajar û bajarokên xeta bakur: Nivîsgeh: Meclisa Giştî ya xeta bakur. Cihê nivîsgehê: Hezîme.

Ji bo bajarokên xeta başûr: Nivîsgeh: Meclisa Giştî ya xeta başûr. Cihê nivîsgehê: Ratle-rêya giştî.

Ji bo bajarê Reqa: NivîsgehB Meclisa Giştî ya Reqayê. Cihê nivîsgehê: li hember qada kombûnê.

(şx/a)

ANHA