Hizbullah êriş bakurê Îsraîlê kir

Hizbullah a Lubnanê bi zêdetirî 60 moşekên katyoşayê êriş bakurê Îsraîlê kir.

Hizbullah êriş bakurê Îsraîlê kir
16 gulan, 2024   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullah a Lubnanê ragihand ku  wê bi zêdetirî 60 moşekên katyoşayê êriş fermandariya "Firqeya Colanê" ya li bakurê Îsraîlê kir.

Hizbullah ev êriş wekî bersivandina êrişên Îsraîlê yên li dijî herêma Bîqaa destnîşan kir.

Li gorî çavkaniyekên nêzî Hizbullah,  artêşa Îsraîlê duh bi şev gelek, baregehên Hizbullah jî di nav de gelek dever li rojhilatê Lubnanê bombebaran kirin.

Heman çavkaniyan ev agahî dan ji AFP`yê: "Îsraîlê herî kêm 5 caran êriş nuqteyên li dora bajarokê Brîtal û baregeheke Hizbullahê kir."

Dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê 14 moşek avêtin dora bajarokê El Nebî Şît ê herêma Bîqa ya rojhilatê welêt.

(şx)