Li kantona Cizîrê çalakiyên jinan didomin

Li bajar û bajarokên kantona Cizîrê çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê dewam dikin.

24 mijdar, 2025   17:20
HESEKÊ

Di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan (25’ê Mijdarê) de li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Holê yên kantona Cizîrê çalakî hatin lidarxistin.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Nivîsgeha Jinan a Desteya Kar û Barên Penaber û Koçberan a Kantona Cizîrê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi dirûşma "Berxwedana jinên koçber garantiya têkbirina tundî û dagirkeriyê ye" ji bo jinên koçber ên li kampa Sarêkaniyê komxebatek li dar xist.

Nûnerên kampên Newroz, Waşokanî, Erîşa û Serêkaniyê yên li kantona Cizîrê, endamên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û jinên koçber ên li kampa Serêkaniyê beşdarî komxebatê bûn.

Komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka kampên kantona Cizîrê Sara Hesen bixêrhatina beşdaran kir û şehîdên jin ên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kiriye, bi bîr anîn. Sarayê destnîşan kir ku jin ji destpêka dîrokê heta roja îro, ji bo bidestxistina azadiya xwe tê koşiyane û li dijî neheqî û tundiyê serê xwe rakiriye, çi di asta şexsî de ji bo jinan be, çi jî di asta rêxistin û tevgerên jinan de be û got: "Leza têkoşîna jinan di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de zêde bû û bû bingeha tevgera Apocî.”

Sarayê piştrast kir ku ji destpêka dîroka mirovahiyê ve, jin bingeha aştî, têkoşîn û azadiyê bûne û ji bo vê yekê bedelên giran dane û wiha dewam kir: “Têkoşîna jinan îro, di serdema aştî û têkoşînê ya li Rojhilata Navîn de ku ji hêla jinan ve bi xwe tê rêvebirin, di qonaxa xwe ya herî bilind de ye.”

LI HESEKÊ DAXUYANÎ

Li Hesekê ya kantona Cizîrê mêran bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li dijî tundiya li ser jinan aşkera kit.

Daxuyanî li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya taxa Kebaba ya Hesekê hat dayîn. Mêrên ji saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên dadweriyê, di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ferhan Dawûd ve hat xwendin. Daxuyaniya bi zimanê kurdî, ji aliyê mamosteyê zimanê kurdî Ezîz Mihemed Eşref ve hate xwendin.

Di dawiya daxuyaniya mêran de bang li hemû mêran hat kirin û wiha hat bidawîkirin: “Em bibin modelên rol ê ku zarok ji wan wateya rêzgirtinê û wateya mirovbûnê berî ku bibin mêr fêr dibin. Ti jiyan, bi jineke nîvşikestî temam nabe û ti civak nikare bilind bibe heya ku jin tê de bi azadî nefes negirin. Bila hebûna we parastinek, evîna we hêzek û karakterê we aştiyek hêjayî mirovahiya we be. Werin em hemû, wekî mêr, li dijî her cûre tundûtûjiyê bisekinin û pabend bibin ku mal û civakên xwe ji bo her jinê ewletir û dadperwertir bikin.”

Di dawiya çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a li bajarê Hesekê jî çalakiyek hunerî li navenda xwe li dar xist.

Piştî rêzgirtinê, ji rêveberên tevgerê Yusra Îlyas axivî û diyar kir ku tundiya li ser jin û civakê hîna dewam dikin. Yusra diyar kir ku mafên jinan di pirtûk û biryaran de bi nivîskî hatine destnîşankirin, lê li ser erdê nayên pêkanîn.

Yusra Îlyas destnîşan kir ku rola jinan di karên malê de hatibû sînordarkirin û ji mafên siyasî, civakî û çandî hatibûn dûrxistin.

Piştre sînevîzyonek li ser tundiya li dijî jinan hat pêşandan û helbestvan Fatima Ehmed jî helbestek li ser têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê xwend.

Koma Şehîd Darsîn a girêdayî tevgerê jî şanoyek li ser tundiya li dijî jinan û têkoşîna li hemberî pergala desthilatdar pêşkêş kir.

Di dawiyê de pêşangehek wêneyên ku balê dikişîne ser tundiya li hemberî jinan û berxwedana jinan a li hemberî tundiyê hat vekirin.

LI DIRBÊSIYÊ SEMÎNER

Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi sernavê "Bi Rêber Apo re hevaltiyeke komunal” panelek li dar xist. Di panelê de ku li Navenda Çandê ya bajêr bi amadebûna dehan jinên ciwan, endamên saziyên sivîl û meclisan hat lidarxistin, tundiya li ser jinan hat nîqaşkirin.

Dûre endama rêveber a yekitiyê Jinên Ciwan Nûra Celo li ser cureyên tundiya li dijî jinan axivî. Nûrayê diyar kir ku Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şoreşa jinan a li djî zîhniyeta desthilatdariyê ye û diyar kir ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bûye slogana tevahî jinên cîhanê.

Panel bi pêşandana sînevîzyonekê der barê şêweyên tundiyê û rêbazên têkoşîna dijî wê de bi dawî bû.

LI HOLÊ SEMÎNER HAT DAYÎN     

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li nivîsgeha partiyê ya Holê semînerek da.

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Partiyê ya bajêr Fatme Hisên semîner da. Di semînerê de şêweyên tundiya li dijî jinan, sedemên wê yên civakî û siyasî, şopên wê li ser malbat û civakê hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de beşdar li ser çawaniya pêşxistina hişmendiya civakî û pêwîstiya derxistina yasayên mafên jinan diparêzin, axivîn.