Li kantona Cizîrê 2 rojan dibistan nayên vekirin

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê ji bo rojên sêşem û çarşemê, ji ber rewşa hewayê û barîna berfê, 2 rojan dewama dibistan û peymangehan rawestand.

Li kantona Cizîrê 2 rojan dibistan nayên vekirin
29 kanûn, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê ji bo sêşem û çarşemê dewama dibistan û peymangehan rawestand.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê di biryara li ser rûpela xwe parve kiriye de diyar kir ku ji bo parastina xwendekar û xebatkarên perwerdehiyê ev biryar hat dayîn û destnîşan kir ku ev biryar tevahî dibistan û peymangehên kantona Cizîrê digire nava xwe.

(fr)