Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist

Meclisa Rêveber a kantona Reqayê xebatên xwe yên salekê nirxandin û diyar kir ku ew ê xebatên desteyan bişopînin, rêziknameya Meclisa Rêveber, deste û nivîsgehên wê li gorî Hevpeymana Civakî biguherînin.

Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist
29 kanûn, 2025   23:39
REQA

Meclisa Rêveber a kantona Reqayê civîna salê ya sala 2025'an li hola Navenda Çandê ya bajêr li dar xist. Di civînê de hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantonê, hevserokatiya Şaredariya Gel a Reqayê û nivîsgeh û desteyên meclisê yên Reqayê amade bûn.

Di civînê de hevserokê meclisê Meşleb El Turkan axivî û diyar kir ku sala 2026'an wê bibe sala pêkanîna destkeftiyan başkirina rewşa xizmetguzarî û binesaziyan.

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger rewşa siyasî nirxand. Zelal diyar kir ku Sûriye navenda çareseriyê li Rojhilata Navîn e û got: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ têk bir û ev jî destkeftiyeke mezin e. Berxwedana ku gelên herêmê daye meşandin vala naçe. Pêwîst e peymana 10ˊê Adarê were bicihanîn."

Piştre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantonê Hîkmet Hisko ve hat xwendin.

Piştre cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a kantonê Buşra El Nayif xebatên Desteya Şêwirê ya meclisê xwendin û sînevîzyonek li ser xebatên nivîsgeh û desteyên meclisê hat pêşandan.

Beşdaran di nîqaşan de bal hat kişandin li ser kêmbûna hin xebatan û budceya veberhênanê, derengmayîna hin projeyan, kêmbûna hemleyên hişyarkirinê yên jinan û zarokan. Li kêlek wê jî behsa kêmasiyên Nivîsgeha Enerjî û Awarte hat kirin û hat gotin ku divê li şûna dibistanan cihek ji bo koçberan re were peydakirin.

Hevseroka meclisê Hêvîn Îsmaîl anî ziman ku rexne di cih de ne, ew ê li ser peydakirina kehrebeyê û alternatîfeke li şûna dibistanan, bixebitin.

Xalên beşdaran di civînê de li ser lihev kirine wiha ne:

- Şopandina xebatên desteyan, xebitîna li ser guhertina rêziknameya meclisê, deste û nivîsgehên wê li gorî Hevpeymana Civakî.

Xebitîna li ser pêkanîna û şopandina projeyên veberhênanê yên 2026ˊan.

Xebitîna li ser bicihanîna sîstema darayî û bacê ya nû ji destpêka 2026ˊan ve.

Xebitîna li ser bicihanîna encamnameya Konferansa 1'emîn a Komînan a kantona Reqayê.

Xebitîna l iser zêdekirina dewreyên fikrî, îdarî û meslekî.

Xebitîna li ser piştgiriya ragihandina azad a demokratîk.

Xebitîna li ser rola çavdêriyê bi rêya nûjenkirina nivîsgehên çavdêriya hundirîn di tevahî desteyan de.

Xebitîna li ser kişandina jêhatiyên zanistî ji bo bilindkirina asta îdarî.

Xebitîna li ser piştgiriya saziyên kar û barên malbatên şehîdan, gazî û dîlgirtiyan.

Xebitîna li ser pêşxistina fikra parastina rewa û xweparastinê bi rêya destekdayîna tevlêbûna li nava QSDˊ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

Xebitîn û hevkariya bi Meclisa Gelan a Demokratîk û Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Reqayê re ji bo pêşxistina qanûn û pergalan li gorî Hevpeymana Civakî.

(mh/fr)

ANHA