Li Kamyaranê 4 welatiyên Kurd hatin destgîrkirin

4 welatiyên Kurd ên ji Kamyaranê ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin destgîrkirin.

 Li Kamyaranê 4 welatiyên Kurd hatin destgîrkirin
1 adar, 2025   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand 26’ê Sibatê 4 welatiyên Kurd ên ji bajarokê Kamyaran ê ser bi parêzgeha Sine ve, ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaetê ya Îranê ve hatine destgîekirin û ew birine cihekî nediyar.

Hat diyarkirin ku hêzên rejîma Îrranê bi ser malên wan welatiyan de girtiye, telefonên wan û yên hevjînên wan de desteser kirine.

Navên kesên destgîrkirî wiha ne; Cebar Îbrahîmî, Hêmin Îbrahîmî, Mihemed Mîrza Rehmanî û Musa Tabiî.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, sala borî (2024) 474 welatî û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hinceta sedemên siyasî hatine destgîrkirin.