Jinan bi boneya 8’ê Adarê kargehek vekir

Bi boneya 8'ê Adarê li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê ‘Kargeha Înanna’ hate vekirin.

Jinan bi boneya 8’ê Adarê kargehek vekir
Jinan bi boneya 8’ê Adarê kargehek vekir
Jinan bi boneya 8’ê Adarê kargehek vekir
Jinan bi boneya 8’ê Adarê kargehek vekir
Jinan bi boneya 8’ê Adarê kargehek vekir
Jinan bi boneya 8’ê Adarê kargehek vekir
Jinan bi boneya 8’ê Adarê kargehek vekir
1 adar, 2025   12:46
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Ofîsa Jinan a Şaredariya Gel a Hesekê li taxa Neşwa, kargehek dirûnkariyê bi navê Înanna vekir.

Kargeh bi şahiyekê hate vekirin û bi dehan jin lê amade bûn. Di şahiyê de endama Ofîsa Jinan a Şaredariya Hesekê Reşa Remo axivî.

Reşa Remo 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em Sûriyeya demokratîk ava dikin" ev kargeh bi boneya 8'ê Adarê ve hate vekirin, da ku piştgiriya jinan bê kirin û jin bibin xwedî maf.

Reşa Remo destnîşan kir ku Kargeha Înanna ji bo pêşxistina aboriya jinan e û got: "Em ê bi kar û xebata xwe Kargeha Înanna mezintir bikin."

Kargeha Înanna ya jinan ji bilî roja înê her roj ji saet 08.00’an heta saet 15. 00’an vekirî ye. Di kargehê de 3 makîneyên dirûtinê hene.

(zş/bb)

ANHA