Hemas: Der barê qonaxa duyemîn a agirbestê de dan û standin nîn in

Hemasê diyar kir ku Îsraîl naxwaze şer bi dawî bike û ji Xezayê vekişe.

 Hemas: Der barê qonaxa duyemîn a agirbestê de dan û standin nîn in
1 adar, 2025   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutersê, berdevkê tevgera Hemasê Hazim Qasim got: “Der barê qonaxa duyemîn de niha dan û standinên bi tevgerê re tune ne.”

Berdevkê Hemasê ragihand ku Hemas dirêjkirina qonaxa duyemîn bi şêwazê ku Îsraîlê pêşkêş kiriye, red dike.

Îsraîlê pêşniyar kiribû ku di berdêla pevguhertina girtiyan de agirbesta di meha Remezanê de ji bo 42 rojên din bê dirêjkirin, bêyî ku di qonaxê de ji Xezayê vekişe.

Çavkaniyekî îsraîlî jî îşaret bi vê yekê kiribû ku Til Avîv naxwaze beriya nîqaşkirina çarenûsa rêveberiya Xezayê, fesihkirina Hemasê û radestkirina çekên xwe, derbasî qonaxa duyemîn a peymanê bibin.

Heya niha 59 dîlgirtiyên îsraîlî li Xezayê ne û tê texmînkirin ku 24 ji wan hîna sax in.

(bb)