Li Japonyayê ji ber barîna berfê 30 kes mirin

Li Japonyayê ji ber berfa zêde ya 2 hefteyên borî 30 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Japonyayê ji ber barîna berfê 30 kes mirin
3 sibat, 2026   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Rêveberiya Şewat û Karesatan a Japonyayê ji ber barîan zêde ya berfê ya 2 hefteyên borî, 30 kes mirine. 

Di nav qurbaniyan de jineke 91 salî jî heye ku li herêma Ajigasawa ya parêzgeha Aomori di bin koma berfê ya 3 metre bilind de hat dîtin. Li gorî polîsan, dema wê berf diavêt, ji banî ket û mir.

Li Aomoriyê ku qalindiya berfê digihêje 4.5 metreyî. Ji ber vê yekî hikumetê ji bo piştgiriya şêniyan hêzên xwe belav kirine.

Serokwezîrê Japonyayê Sanae Takaichi civînek awarte ya kabîneyê li dar xist û xwest tedbîrên lezgîn werin girtin. Serokwezîr ji waliyê Aomoriyê xwest ji bo rakirina berfê û alîkardayînê destekê ji artêşê hilde.

(b)