Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist

Li Îsraîlê li nêzî biryargeha Mossadê kamyonekê li rawestgeha otobûsan xist û nêzî 50 kes birîndar bûn.

Li Îsraîlê kamyonê li rawestgeha otobûsan xist
27 cotmeh, 2024   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bakurê bajarê Tel Avîvê ya Îsraîlê li herêma Glîlotê li nêzî biryargeha Mossadê kamyonekê li rawestgeha otobûsan xist. Li gorî daxuyaniya polîsên Îsraîlê, dema kamyonê rêwî paya dikir bi lez kete rawestgehê. Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 

Medyayên Îsraîlê ragihand ku jê 15 bi giranî, 50 kes birîndar bûne.

Polîsên Îsraîlê ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û bûyer wekî "êrişeke neteweperst" bi nav kir.

Saziya Ambûlansê ya Îsraîlê jî diyar kir ku 16 birîndar ji bo nexweşxaneyên Îçîlov, Belînson û Şeba ên li Tel Haşomer hatin veguhestin. Saziyê da zanîn ku 4 kes bi giranî, 4 bi sivikî û 8 bi sivik birîndar bûne.

Li gorî medyayên ser bi Îsraîlê ve, di bûyerê de 5 kes kes mirin. Lê Polîsên Îsraîlê ragihandin ku ajokarê kamyonê li cihê bûyerê ji hêla “sivîlên biçek” ve hatiye kuştin.

Çapemeniya Îsraîlê da zanîn ku piraniya kesên birîndar, kesên teqawid bûn ku ji bo muzeyê ji otobûsê paya dibûn.