Zap û Akrê hatin bombebarankirin

Balafirên artêşa Tirk a dagirker, herêma Zapê ya Qadên Parastina Medya û gundekî navçeya Akrê ya Duhokê bombebaran kir.

Zap û Akrê hatin bombebarankirin
27 cotmeh, 2024   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spastine çavkaniyên herêmê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, çiyayên herêma Zapê û gundê Dostkî yê girêdayî navçeya Akrê ya Duhokê bombebaran kirin. 

Hat ragihandin ku helîkopterên şer yên dewleta Tirk a dagirker jî bê navber li ser herêma Berwarî Bala digerin.