Li Îranê di rojekê de 13 kes hatin darvekirin

Rejîma Îranê, cezayê darvekirinê weke amûreke sîstematîk a zext û çewisandinê bi kar tîne. Li gorî agahiyên ku saziya HRANA’yê ragihandine, rejîma Îranê roja şemiyê li girtîgehên bajarên cuda yên Îranê herî kêm 13 kes darvekirine.

Li Îranê di rojekê de 13 kes hatin darvekirin
8 sibat, 2026   09:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora HRANA'yê darvekirin li girtîgehên Xoremabad, Sine, Dezfûl, Elîgûderz, Kirmaşan, Yasûc, Nehavend, Zahedan, Hemedan û Girtîgeha Navendî ya Karaj a Tehranê hatine pêkanîn. Hat ragihandin ku kesên hatine darvekirin, ji aliyê dadgehên bi ser rejimê ve bi sûcên "hişbir" û "kuştinê" hatine darizandin.

Rêxistina mafên mirovan nasnameya 10 kesên ji 13 kesên hatine darvekirin piştrast kir. Li gorî vê yekê, di nav kesên hatine darvekirin de navên wekî Elî Feza Xoşneşîn, Ferşad Şeyxî, Evîn Surxî, Cefer Feryadî, Elî Serlekabad, Soşa Muradî, Behzad Meşayexî, Mihemed Elî Seîdlû, Murad Golî û Ebûlfezl Neqevî hene.

HRANA'yê bal kişand ku ev darvekirin parçeyek ji polîtîkaya înfazê ya rejima Îranê ya ku demên dawî de zêde bûye ne. Li gorî daneyên rêxistinê, li Îranê di navbera 1'ê Çileya 2025'an û 1'ê Çileya 2026'an de herî kêm 2 hezar û 63 kes hatine darvekirin. Ev hejmar li gorî sala par tê wateya %119 zêdebûnê. Rêxistinên mafên mirovan tevî van daneyan teqez dikin ku darvekirinên li Îranê gihîştine asta herî bilind a 10 salên dawî.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî di daxuyaniya meha borî de diyar kir ku rejima Îranê înfazan wekî "amûreke tirsandin û çewisandina bi destê dewletê" bi kar tîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev polîtîka bi taybetî li ser kêmneteweyên etnîkî û koçberan bandoreke nehevseng ava dike.

Rêxistinên mafên mirovan bang li raya giştî ya navnetewî dikin ku ji bo rawestandina darvekirinên zêde yên li Îranê gavên bi bandortir û şênber biavêjin.