Dorpêça li ser Kobanê ket roja 20`an 

Dorpêça ku ji aliyê hikûmeta demkî ve li ser bajarê Kobanê hatiye ferzkirin ket roja xwe ya 20`mîn. Nêzîkî 600 hezar şêniyên bajêr û kesên koçber di şert û mercên mirovî yên xirab de dijîn.

Dorpêça li ser Kobanê ket roja 20`an 
8 sibat, 2026   10:37
KOBANÊ

Hikûmeta demkî ji 20 rojan û vir ve, dorpêçeke dijwar li ser bajarê Kobanê daniye, ku bandorek giran li ser jiyana nêzîkî 600 hezar şêniyên bajêr û koçberên ku ji ber êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî reviyane, kiriye.

Şêniyên bajêr di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de dijîn, pêdiviyên sereke yên jiyanê, derman, pêdiviyên bijîşkî û sotemeniya germkirinê kêm bûne. Her wiha elektrîk û xizmetên înternetê hatine birîn. Vê yekê êşa şêniyan zêde kiriye û xebata xizmetguzarî û saziyên mirovî asteng kiriye.

Tevî peymana ku di 29`ê Çile de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî de hatiye îmzekirin, ku tê de rakirina dorpêça li ser Kobanê hatiye destnîşankirin, lê dorpêç heta roja îro, berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de, Rêveberiya Kobanê duh (7 Sibat) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku "li ser vexwendineke fermî ji Rêveberiya Xweser a Kobanê re, şandeyek ji rêveberiyê û berpirsên bajêr di 5`ê Sibatê de çûne Helebê, li wir bi cîgirê parêzgerê Helebê û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên li parêzgehê re civiyan."

Rêveberiya Kobanê di daxuyaniya xwe de destnîşan  kir ku "tevî sozên ku nûnerên hikûmetê di civînê de dane heta niha, ji aliyê hikûmetê ve ti gavên berbiçav, bi taybet di derbarê vekişîna hêzên leşkerî ji herêma Çelabiyê û rakirina dorpêça li ser Kobanê de nehatine avêtin."

(k)