Li Îranê 8 roj e girtî di greva birçîbûnê de ne

Li Girtîgeha Qizilhesar a li bajarê Kerecê girtî 8 roje di greva birçîbûnê de ne.

Li Îranê 8 roj e girtî di greva birçîbûnê de ne
3 tebax, 2025   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê li girtîgeha Qizilhesar ya li bajarê Kerac ya Îranê, 9 girtiyên siyasî 8 roje ketine greva birçîbûnê. 

Di nûçeyê de tê gotin ku girtî li dijî rewşa ne mirovî, îşkence û darvkirina du girtiyên siyasî ên bi navê Bêhruz Îxsanî û Mehdî Hesenî ketine greva birçîbûnê.

Li gorî hema çavkaniyê girtiyên ketine greva birçîbûnê, hefteyeke di hûcreyên takekesî de tên ragirtin û her ku diçe rewşa wan ya tenduristiyê xirab dibe.

 Navê girtiyên di greva birçîbûnê dene evin: Loqman Emîn Pur, Sipêhr Îmam Cume, Muysem Dihêban Zade, Hemze Siwarî, Mustefa Remezanî, Selahedîn Ziyabî, Erşam Rezayî, Ehmed Reza û Reza Selman Zade.

 Di 27ê Tîrmehê de, bi fermana berpirsê girtîgeha Qizilhesar ya bajarê Kerecê, 100 pasewanên çekdar yên girtîhê û hêzên îstîxbaratê avêtibûn ser odeyên girtiyên siyasî û gelek girtiyan avêtibûn hûcreyên yek kesî.