Li Îranê 8 Kurd hatin girtin

Dewleta Îranê li 8 welatiyên Kurd ên tev li ‘Serhildana jin, jiyan, azadî’ bûne, cezayên girtinê birîn. 

Li Îranê 8 Kurd hatin girtin
10 ÇILE, 2024   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek dezgehên çapemeniyê yên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku desthilata Îranê li 8 welatiyên Kurd ên ku tev li ‘Serhildana jin, jiyan azadî’ bûne; Nasir Rizaî, Wehîd Cewerwan, Mihemed Hesen Hasilî, Azîm Badkarî, Sadullah Înî, Firşad Înî, Hisên Babîrawend û bijîşk Bextiyar Mihemedzade, cezayê girtine birîne.

Li gorî agahiyan, li Azîm Badkarî û Sedullah Înî 10 sal, li Babîrawend û Firşad Înî jî 2 sal ceza hatin birîn. Li aliyê din Nasir Rezayî, Wehîd Cewerwan û Mihemed Hasilî yên xelkê Odananê ji ber ku berê 12 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn, bi awayekî demkî hatin destgîrkirin.

Roj bi roj girtina welatiyan li Îranê piştî ‘Serhildana jin, jiyan, azadî’ li herêmên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.

(şx)