Dewleta Îranê 2 sal û 8 meh ceza da hunermend Mehdî Yerahî

Dadgeheke Îranê 2 sal û 8 meh cezayê girtinê li hunermend Mehdî Yerahî birî. Yerahî stranek ji bo piştgiriya serhildana "Jin, jiyan, azadî" derxistibû.

Dewleta Îranê 2 sal û 8 meh ceza da hunermend Mehdî Yerahî
10 ÇILE, 2024   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî parêzera hunermend Mehdî Yerahî ragihandiye, dadgeheke Îranê 2 sal û 8 meh cezayê girtinê li hunermend biriye, ji ber ku stranek ji bo piştgiriya serhildana "Jin, jiyan, azadî" beriya çend hefteyan ji bo salvegera yekemîn a kuştina jina Kurd Jîna Emînî derxistiye.

Dozgerê giştî yê Tehranê wê demê biryara destgîrkirina Yerahî derxistibû û îdia kiribû “straneke li dijî qanûnê û urf û exlaqên civaka îslamê" derxistiye. Lê dûre bi kefalet Cotmeha 2023`yan serbest hatibû berdan.

Parêzer Zehra Menawî li ser hesabê xwe yê X’ê aşkera kir ku dadgehê 2 sal û 8 meh cezayê girtinê li Yerahî biriye.

(şx)