Li Îranê 5 girtiyên siyasî hatin darvekirin

Dadgeriya Îranê 5 kes bi darve kirin ku bi endametiya komên sunnî yên qedexekirî dihatin sûcdarkirin. Rejîma Îranê ji destpêka salê ve herî kêm 245 kes bi dar ve kirine.

Li Îranê 5 girtiyên siyasî hatin darvekirin
10 nîsan, 2025   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan Îranê (ÎHR) de ku navenda wê li Norwecê ye, hate ragihandin ku îro li girtîgeha Vakîlabad a li bajarê Meşhed ê Îranê, 5 kes bêyî ku agahî ji malbatên wan re bê dayîn an jî destûra serdana dawîn bê dayîn, hatine darvekirin.

Dîrektorê ÎHR'ê Mahmood Amiry Moghaddam 5 kesên hatin darvekirin wek 'mehkûmên siyasî' pênase kir û got: "Îşkence li van mehkûman hate kirin û bi rengekî ne adil hatin darizandin û bi cezayê kuştinê hatin mehkûmkirin."

Li gorî daxuyaniyê, 4 ji van kesan endamên civateke misilman a sunnî bûn ku li Komara Îslamî ya Îranê hindikahî ye. Hate ragihandin ku kesê din jî ji mezheba şîe bû.

Îran li cîhanê piştî Çînê welatê sereke ye ku cezayê darvekirinê herî zêde pêk tîne. Li gorî ÎHR'ê ji destpêka salê û vir ve herî kêm 245 kes hatin darvekirin. ÎHR'ê diyar kir ku hejmara înfazan bi rengekî bi guman zêde bûye.