Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Endamê me Ebdurehman Omer şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Ebdurehman Omer di encama krîza dil de şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Endamê me Ebdurehman Omer şehîd bû
10 nîsan, 2025   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê şehadeta endamekî xwe ragihand.

Di daxuyaniyêde hate gotin: “Bi xemgîniyeke kûr em radigihînin ku endamekî hêzên me yên girêdayî Miduriyeta Trafîkê ya Bajarê Kobanê ku di dema pêkanîna erka xwe ya welatparêziyê de ji ber nexweşiya krîza dil gihaşt asta şehadetê.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Ebdurehman Omer re dixwazin. Em bi rêzdarî û hurmet li hemberî fedakariyên şehîdên xwe yên birûmet ku di parastina rûmet û ewlehiya gelê xwe de canê xwe qurban kir, ditewînin. Em soz didin ku em ê li ser şopa wan bin, heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nav û paşnav: Ebdurehman Omer
Navê dayikê: Zeyneb
Navê bav: Mihemed Şewqî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa, 1976
Dîroka tevlêbûnê: Pûşper, 29.06.2016
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 9 Nîsana 2025.