Îran û DYA’yê carek din dest bi hevdîtinan dikin

Îran û Amerîka carek din têkildarî bernameya nukleer a Tehranê vê hefteyê li paytexta Umman Masqatê dest bi hevdîtinên ne rasterast dikin.

Îran û DYA’yê carek din dest bi hevdîtinan dikin
10 hezîran, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bakeyî wê Îran û Amerîka di 15’ê Hezîranê de carek din dest bi hevdîtinan bikin.

Serokê DYA’yê Donald Trump jî diyar kiribû ku hevdîtin wê roja pêncşemê were kirin. Di navbera aliyan de cudahiya dem bal dikêşe, nakokî jî didome.

Îranê ragihand ku pêşniyara DYA’yê ya ji bo peymana nukleer ‘zêde zelel nîne’ û diyar kir ku di nava demek kurt de ew ê pêşniyara xwe ya alternatîf bi xwe pêşkêş bike. Bakeyî anî ziman ku pêşniyara Îranê ‘maqul, bi mantiq û hevseng e’ û bang li DYA’yê kir ku vê firsendê binirxîne.

Astengiya esas a hevdîtinan, xebatên Îranê yên ji bo dewlemenkirina uranyumê ye. DYA dixwaze ev xebat bi temamî bên rawestandin, Îran jî dibêje ku ev yek ji muzakereyan re girtî û ne li gorî Peymana Astengkirina Belavkirina Çekên Nukleer (NPT) e.

Naveroka pêşniyara aliyê DYA’yê zelal nîne; lê belê Serokê Meclisa Îranê Galibaf got, pêşniyar rakirina pêkanînan nagire nava xwe û “ji samîmiyetê dûr e”.

Serokê DYA’yê Donald Trump diyar kir ku şeva duşemê ji Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu re gotiye ku di çarçoveya hevdîtinên têkildarî bernameya nukleer a Îranê de Washington “pêşniyareke maqul” li Tehranê kir.

Di daxuyaniya ji aliyê buroya Netanyahu ve hatî dayîn de, hate gotin, “Serokwezîr îşev bi Trump re hevdîtin kir” û hate diyarkirin ku Trump gotiye “DYA’yê pêşniyareke maqul gihand Îranê û di rojên pêşiya me de li benda bersivekê ne”.

Her wiha vê hefteyê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) wê xebatên nukleer ên Îranê lêkolîn bike. Îranê gef xwar ku eger biryareke li dijî wî derbikeve, ew ê hevkariya xwe ya bi ajansê re kêm bikin.

Tê payîn ku welatên Ewropayê û DYA di UAEA’yê de pêşnûmeyeke ne li gorî Îranê pêşkêş bikin. Dibe ku bi vê biryarê re dosyaya Îranê sewqî NY’ê were kirin û pêkanînên nû bikevin rojevê.

Serokê UAEA’yê Rafael Grossi ev hişyarî da: “Heta ku Îran bersiveke zelal nede hemû pirsan, em nikarin bawer bikin ku bername aştiyane ye.”

Peymana nukleer a Îranê ya di sala 2015’an de hatî îmzekirin, di sala 2018’an de piştî ku DYA’yê xwe yekalî jê vekişand di rêjeyeke mezin de têk çûbû. Alî ji wê demê ve hewl didin bigihijin mutabakatek nû. Lê belê pirsgirêka baweriyê û israra di şert û mercên beramberî hev de, pêvajoyê hîn jî asteng dike.