Li Idlibê di pevçûnekê de 5 ciwan birîndar bûn

Li bajarê Merat El Nûman ê gundewarên Idlibê pevçûnekê rû da û di enamê de 5 ciwan birîndar bûn.

Li Idlibê di pevçûnekê de 5 ciwan birîndar bûn
7 hezîran, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Merat El Nûman ê gundewarên Idlibê li qada cejnê pevçûnek bi kêran di navbera ciwanan de derket.

SOHR’ê da zanîn ku di pevçûnê de 5 ciwan birîndar bûn. Ciwanên birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Li gorî SOHR’ê ji destpêka îsal ve, ji ber tevlihevî, belavbûna çekan, gulebarana ketober û teqandina bi şaşî ya çekan 119 (39 zarok, 14 jin û 66 mêr) hatine kuştin, her wiha 81 kes jî birîndar bûne.

(bb)