HRE: Hevrêyê me Zinar Amed şehîd nebûye

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn ku şervanekî wan ê berê şehadeta wî ragihandibûn, şehîd nebûye û niha vegeriyaye ser erka xwe.

HRE: Hevrêyê me Zinar Amed şehîd nebûye
7 hezîran, 2025   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin di 5’ê Sibatê de şehateda şervanê wan Zinar Amed hatibû ragihandin, lê piştî lêkolînên hêzên wan, hate piştraskirin ku ew şervan şehîd nebûye û niha jî vegeriyaye ser erka xwe. 

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di 5’ê Sibata 2025’an de bi rêya daxuyaniyeke fermî me nasnameya hevrêyê xwe Zinar Amed (Mûsa Mihemed Korcî) aşkera kir. Di daxuyaniyê de me da zanîn ku hevrêyê me di şer û pevçûnên dijwar ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li herêma Efrînê, navçeya Şêrewayê şehîd bûye.

Piştî lêkolînan ku ji aliyê hêzên me ve hatin kirin, aşkera bû ku hevalê me Zinar şehîd nebûye. Me ji nû ve pêwendiya xwe bi hevrêyê xwe Zinar Amed re saz kir û ew niha vegeriyaye ser erka xwe.

Li hember vê yekê em pabendbûna xwe bi prensîba şefafî û zelaliya bi gelê xwe re piştrast dikin. Em dagirkeriya Tirkiyeyê berpirsiyarê tevliheviya li herêmên dagirkirî dibînin. Dagirkeriya Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk dixebite ku tevliheviyan biafirîne û raya giştî şaş bike.

Di nava tevliheviyên ku li Sûriyeyê çêbûne de dagirkeriya Tirkiyeyê sûd ji wan tevliheviyan wergirt û hewl da ku gelê me yê Efrînê di qirkirinê re derbas bike. Lê hêzên me di çarçoveya parastina gelê xwe de roleke girîng girt ser milê xwe û planên dagirkeriyê pûç kirin û nehişt dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê bigihêjin armancên xwe.”