Li Idlib û Helebê 10 kes hatin kuştin

Di topbarana hikumeta Şamê ya li dijî gundewarê Idlibê de 9 kes hatin kuştin. Li bendeke kontrolê ya çeteyan a li rojhilatê Helebê jî di teqîna erebeyekê de kuştî û birîndar çêbûn.

Li Idlib û Helebê 10 kes hatin kuştin
25 mijdar, 2023   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê gundê Qoqfîn ê li herêma Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kir. Di encamê de 9 kes hatin kuştin û hejmarek birîndar bû. Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e, ji lew re dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Bi vê yekê, ji destpêka îsal de li “herêma bêçek” di 404 êrişên cuda de, 593 kes hatine kuştin, zêdetirî 459 kes jî birîndar bûne ku 202 ji wana sivîl in.

Li aliyekî din, li benda kontrolê ya girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya navbera bajarên Bab û Rayî yên gundewarê rojhilatê Helebê, ji ber sedemên ne diyar erebeyek teqiya. Hat ragihandin ku di encama teqînê de kesek hatiye kuştin, hin kesên din jî birîndar bûne.

(c)