‘Mafê me ye bi serbestî biçin û werin’

Jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li hikumeta veguhêz kir ku bendên kontrolê yên li derdora her du taxan rakin û tevgera çûn û hatina şêniyan asteng neke û got "Mafê me ye bi serbestî biçin û bên."

‘Mafê me ye bi serbestî biçin û werin’
‘Mafê me ye bi serbestî biçin û werin’
‘Mafê me ye bi serbestî biçin û werin’
‘Mafê me ye bi serbestî biçin û werin’
14 cotmeh, 2025   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nerazîbûn nîşanî bendên kontrolê da ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dora her du taxan danîne.

Evîn Mihemed banga vekirina tevahî rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hêsankirina tevgera çûn û hatine şênî û erebeyan kir. Evînê got: "Mafê me ye li taxên Heleb û Sûriyeyê bigerin. Em xwediyên vî erdî ne, ne biyanî ne."

Evînê ambargoya ku rejîma Baasê li ser her du taxan ferz kiribû bi bîr xist û ev li gotinên xwe zêde kir: "Tevî ambargoyê îradeya me wekî pola ma. Îro jî tevî peymanên bi armanca çareserkirina rewşa Sûriyeyê û agirbestê, lê hikumeta veguhêz peymanên xwe binpê dike.”

Evînê destnîşan kir ku kiryarên hikumeta veguhêz mîna yên rejîma berê ne û diyar kir ku hikumeta veguhêz jî bendên nû ava dike, telefonên şêniyan kontrol dike, bi hinceta ku wêne û sembolên kurdî di telefonên wan de hene, ciwanan direvîne.

Evîn Mihemed anî ziman ku şênî jiyaneke hevbeş a aram, bêyî qeyd û bendan dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em jiyaneke xwezayî dixwazin. Mafê her welatiyekî heye bi azadî li ser erda xwe bijî. Em jî dixwazin bi hêsanî pêdiviyên xwe bi dest bixin."

Emîne Qenber jî da zanîn ku hikumeta veguhêz soz û peymanên ku dane bi cih nayne û wiha dom da axaftina xwe: "Hikumeta veguhêz li kêleka bendên hevbeş bendên nû ava kiriye. Tevî ku di peymanê de behsa vekirina tevahî rêyan û hêsankirina jiyana xwezayî ya her du taxan hene, lê 3 rê tenê vekirî ne."

Emîne Mihemed jî nerazîbûna xwe li hember ambargoya li ser her du taxan anî ziman û got wan bi salan ji ber siyasetên çewsîner ên rejîma Baasê êş kişandine, divê hikumeta veguhêz şaşiyên rejîma berê dubare neke û got: "Em şer naxwazin. Em dixwazin dengê çekan were sekinandin û dengê aştiyê bilind bibe."

(bb)

ANHA