Li Humsê jina di êrişa çekdarî de birîndar bûbû wefat kir

Jinek ji bajarê Humsê ku di êrişeke çekdarî ya ya li dijî malbata wê li taxa Sebîlê di destpêka vê mehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Di êrîşê de mêrê wê û kurê wan jî hatibûn kuştin.

Li Humsê jina di êrişa çekdarî de birîndar bûbû wefat kir
13 gulan, 2026   18:54
HUMS

Nûçegihanê me ji Humsê ragihand ku welatiya bi navê Um Ramî El Zerofî ji ber birînên xwe yên di êrişeke çekdarî ya destpêka vê mehê de wefat kir. Her wiha di êrişê de mêr û kurê wê jî di cih de mirin.

Um Ramî El Zerofî di 4ˊê Gulanê de ji ber birînên xwe kete beşa lênêrîna taybet.

Di 4ˊê Gulanê de çekdarên li motorsiklêtê siwar bûbûn gule li dikana Ezdeşêr El Xidir bi navê "El Zerofî" berandin, di cih de El Zerofî û kurê wî mirin û jina wî birîndar bûbû.

Li bajarê Humsê bûyerên gulebaranê û êrişên çekdarî zêde dibin, welatî ji ber bêîstîqrarî pêşîlênegirtinê metirsîdar in.

(fr)

ANHA