Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

Pêşangeha Pirtûkên Zimanê Kurdî di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Di vê rojê de pirtûka `Pencereya Pêşîn` a 4 jinên ciwan ên nivîskar hat îmzekirin.

Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
Di pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin
13 gulan, 2026   19:08
QAMIŞLO

Pêşangeha Pirtûkên Zimanê Kurdî ku bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) ji aliyê Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo, bi dirûşma “Zimanê me mafê me yê rewa ye” hate vekirin di roja xwe ya duyemîn de didome.

Pêşangeh li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê, bi serdana şênî, xwendekar, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan dewam dike.

Di pêşangehê de pirtûka 4 jinên ciwan a bi navê "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin.

PIRTÛKA “PENCEREYA PÊŞÎN”

Pirtûka Pencereya Pêşîn ji aliyê 4 jinên ciwan ên bi navên Roja Mihemed, Dilîn Ebdulrehman, Nesrîn Yûnis û Ciwana Hisên, di sala 2023`yan de bi rêya komxebateke wêjeyî hatiye nivîsandin.

Ev komxebat wêjeyî ya bi navê `Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan’ di sala 2023`yan ji aliyê Dîwana Wêjeyê, ji bo fêrbûna şêwazê nivîsandinê, hatibû lidarxistin.

Ev berhem cara yekemîn di 9`emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Nevneteweyî de hate pêşkêşkirin.

Pirtûka ji 4 çîrok, 28 helbestên bi zimanê Kurdî û 12 çîrokên bi zimanê Erebî pêk tê, ji aliyê Weşanên Şilêr û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye amadekirin, sala 2025`an li Weşanxaneya Şilêr hatiye çapkirin.

Sibe (14 Gulan) pêşangeh bi dawî dibe.

(sb/fr)

ANHA