Îsraîlê êrişî Lubnanê kir; 12 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê li dijî deverên başûrê Lubnanê de 12 kes hatin kuştin.

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir; 12 kes hatin kuştin
13 gulan, 2026   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê îro ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî deverên cuda yên başûrê Lubnanê de 12 kes hatin kuştin.

Li gorî wezaretê, di 3 êrişên li ser rêya Seyda-başûrê deverên Burca, Ciye û Seidiyat de di nav de jinek û zarokek 8 kes hatin kuştin.

Di êrişa li dijî bajarê Seyda de jî kesek hat kuştin û yek birîndar bû, her wiha di êrişên li dijî erebeyan li bajarokên Meiliye, Şiêtiye û Naqorê yên başûrê Lubnanê de 3 kes hatin kuştin.

(fr)