Li Humsê greva giştî

Şêniyên gundewarên Humsê li dijî qetilkirina 2 ciwanan dikanên xwe venekirin.

Li Humsê greva giştî
2 cotmeh, 2025   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev li gundê Enaz ê Humsê 2 ciwan hatin qetilkirin. Li herêma Wadî El Nesara ku piraniya niştecihên wê xiristiyan in û gundewarên wê yê rojavayê Humsê, xwediyên dikanan li dijî qetilkirina her du ciwanan dikanên xwe venekirin.

Li gorî şahidan, çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gundê Enazê li pêşiya nivîsgeha mixtar gule ketober reşandin. Di encama gulebaranê de ciwanên bi navên Wîsam Corc Mesnûr û Şefîq Refîq Mensûr hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar kirin. Êrişkaran piştî bûyerê xwe di Keleha El Hisin de veşart.

Gundiyan li dijî bûyerê bertek nîşan dan û hêzên "Ewlehiya Giştî" ji derdora gund qewitandin û keleh jî dorpêç kir. Gundiyan xwest êrişkar sewqî edaletê bên kirin û rêya sereke ya diçe Wadî El Nesarayê girt.

Li herêmê seferberiya gel heye.

(bb)