MSD‘ê teqînên li Şamê şermezar kirin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) teqînên li Şamê şermezar kirin, banga lêkolîneke zelal û hesabpirsîna ji berpirsyaran kirin.

MSD‘ê teqînên li Şamê şermezar kirin
7 tîrmeh, 2026   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê du teqînên li Şamê de daxuyaniyek nivîsekî weşand.

Di daxuyaniyê de teqîn hatin şermezarkirin û bi "Kiryareke terorî ya li dijî ewlehiya welatiyan û aramiya welat" bi nav kir.

MSD‘ê diyar kir ku ev kiryar hewldanek ji bo têkbirina xebatên sepandina ewlehî û aştiyê li Sûriyeyê ye.

MSD‘ê bal kişand ser dema teqînan ku hemwextî serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron rû dan jî û destnîşan kir ku "Ev bûyer fikarên cidî li ser hewldanên êrişkaran ên têkbirina atmosfera vekirîbûna siyasî û dîplomatîk derdixe holê."

MSD‘ê di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yek kir ku "Hedefgirtina ewlehî û istiqrarê, an jî hewldanên bêbandorkirina serdanên diplomatîk ên bi armanca piştgiriyê tenê xizmeta hêzên ku hewl didin welat di nava tundî û kaosê de bimîne dike."

MSD‘ê banga lêkolîneke berfireh û zelal û hesapirsîna ji berpirsên teqînan kir. Her wiha piştgiriya xwe ji bo hemû hewldanên herêmî û navnetweyî yên bi armanca xurtkirina ewlehiya Sûriyeyê nîşan da.

(bb)