Li gundewarê Siwêdayê 5 ciwan hatin girtin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê piştî telefon kontrol kirin, 5 ciwan li gundewarê bakurê Siwêdayê girtin.

Li gundewarê Siwêdayê 5 ciwan hatin girtin
17 mijdar, 2025   22:38
SIWÊDA

Çavkaniyên xwecihî yên ji Siwêdayê da zanîn ku 5 ciwan li ser benda kontrolê ya Metûne ya bakurê Siwêdayê bêyî ku tu sedem werin diyarkirin, hatin girtin.

Li gorî çavkaniyan, hêzên hikumeta veguhêz Ramî Hesen Mehyo, Elaa Fayiz Hemşo, Cemal Hîlal Ebû Hemra, Nîdal Hîlal Ebû Hemra, Hadî Nîdal Ebû Hemra ku piranî ji bajarokê Lahte ne, girtin.

Çavkaniyên din da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz berî girtina ciwanan, telefonên wan vekiribûn.

Girêdayî wê, şêniyan bang kir ku divê ciwan tavilê werin berdan.

(mh/fr)

ANHA