Li Humsê 2 ciwan hatin revandin

Li herêma Wadî El Nesara li gundewarê Humsê 2 ciwan ji hêla kesên nenas ve hatin revandin.

Li Humsê 2 ciwan hatin revandin
18 nîsan, 2026   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên nenas li ber Zanîngeha Taybet a El Hewaş ya li devera Wadî El Nesara li gundewarê Humsê ciwanê bi navê Mihemed Eymen Rustum û ciwanekî din ê ji parêzgeha Tertûsê ku nasnameya wî nehat zanîn revandin.

Li gorî ku nûçegihanê me li Humsê ragihandiye, bûyer derdora saet 14:30'an de qewimî, ku her 2 ciwan di nava rojê de ji derdora zanîngehê hatin revandin, bêyî ku tu hûrgiliyên din derbarê bûyerê de werin zanîn.

Şêniyan bang li rayedarên pêwendîdar kirin ku ji bo eşkerekirina bûyerê tedbîrên lezgîn bigirin û ji bo vegera wan a ewle bixebitin.

 (ac)

ANHA