Li gundewarê Efrînê lehî rabû mal û zevî di bin avê de man

Li gundê firêriyê yê Efrînê ji ber barana dijwar lehî rabû û û gelek mal û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Li gundewarê Efrînê lehî rabû mal û zevî di bin avê de man
18 nîsan, 2026   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên MIrovan (SOHR) dîmenek weşand tê de xuyan dike ku li gundê firêriyê yê Efrînê ji ber barana dijwar lehî rabûye û ziyanên mezin li mal û zeviyên çandiniyê bûye.

Li seranserî Sûriyeyê baraneke dijwar dibare li gel bahoz û birûskan. Tê pêşbînkirin ku ev rewşa hewayê heta sibeha Duşemê dewam bike.

(k)