Li Humsê 2 ciwan bi guleyên nenas hatin kuştin

Li gel berdeawm tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola hikumeta demkî de 2 ciwan li bajarê Humsê bi guleyên nenas hatin kuştin.

Li Humsê 2 ciwan bi guleyên nenas hatin kuştin
18 adar, 2026   23:58
HUMS

Nûçegihanê me ji bajarê Humsê daxuyand ku, piştî peywendî ji şeva duşema borî ve ji ciwanê bi navê Eymen Elî El Curdî qut bû, cenazeyê wî li Nexweşxaneya Wetenî ya bajêr hatiye dîtin.

El Curdî ji şêniyên taxê Wadî El Zehem e, li ser erebeya kirê dixebite. Erebeya xwe li ser rawestgeha îşareta Cumiyet El Nehda disekinandin û piştre ew û erebiyê ve di rewşeke nediyar de winda bûn.

Li gorî lêpirsînên destpêkê hat diyarkirin ku sedema mirinê ew e ku gule di serî wî de hatiye berdan û hîna erebeya wî nehatiye dîtin.

Di bûyereke din jî ciwanê ji gundê Diyabiyê yê gundewarê Humsê yê bi navê Ebas Esaf ji hêla nenans ve hat kuştin.

Li gel xelkê herêmê van kuştinên nenas metirsiyek mezin çêdike.

(fr)

ANHA