Gerîlayên azadiyê  li Qendîlê agirê Newrozê dadan

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li çiyayên azad Newroza destpêkê ya salê dadan. Yek ji agirên destpêkê yên Newroza 2026'an ku bi dirûşma 'Newroza Azadî û Demokrasiyê' tê pêşwazîkirin, li Qendîlê bilind bû ku gerîlayên HPG û YJA Starê lê ne.

Gerîlayên azadiyê  li Qendîlê agirê Newrozê dadan
19 adar, 2026   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li çiyayên azad ên Kurdistanê gerîla li dora agirê Newrozê li hev civiyan û Newroz bi coş, kelecaneke mezin û ruhê berxwedanê pêşwazî kirin. Li qada ku agir lê hate dadan gerîlayan govend gerandin û biryardariya têkoşîna azadiyê bi agirê Newrozê careke din nîşan dan.

Weke her salê, li çiyayên azad ên Kurdistanê Newroz bi xurtî hate pêşwazîkirin. Agirê Newrozê yê li Qendîlê îsal bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê" tê dadan.