Li Humisê teqîn: 3 kes birîndar bûn

Li Humisê mayînek bi erebeyekê ve teqiya. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li Humisê teqîn: 3 kes birîndar bûn
30 gulan, 2024   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li nêzî avahiyên Idxar a xwendekarên zanîngehê ya li bajarê Humisê mayîneke bi erebeyekê ve teqiya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Çapemeniya xwecih diyar kir ku di teqînê de dozgerê Dadgeha Cezayan a Humisê Ekrem Îbrhaîm û kurê wî yê parêzer Mîlad Îbrahîm, û kesekî din bi wan re birîndar bûn. Hate diyarkirin ku di dozger ji lingê xwe bûye.

(bb)