Balefirên dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir

Balefirên dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelî yê li devera Nihêle ya ser bi bajarokê Amêdiyê bombebaran kirin.

Balefirên dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombebaran kir
30 gulan, 2024   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewîs’ê balefirên dewleta Tirk a dagirker gundê Sergelî yê li devera Nihêle ya ser bi bajarokê Amêdiyeyê ya li sînorê parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Gorî agahiyan cihên hatine bombebarankirin nêzîkî cihên niştecihbûnê ne û ziyan bi jîngehê ketiye, lê nayê zanîn bê ka ziyanên canî hene yan ne.

Hate diyarkirin ku niha jî li herêmê balefirên dewleta Tirk li asîmanê herêmê digerin.